Li Iraqê 77 kesên din bi vîrusê ketin û 2 kes jî mirin

Wezareta Tendirustiya Iraqê bîlançoya 24 saetên dawî weşand ku li gorî wê 77 kesên nû bi vîrusa Koronayê ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî bîlançoya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ji 5009 kesan test hatiye girtin ku hejmara testên hatiye girtin bi giştî bûy 103.262. Her wiha hatiye gotin ku di nava 24 saetên dawî de 77 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û 2 kesan jî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane û 17 kes jî rewşa wan baş bûye. Hejmara giştî ya kesên ku bi nexweş ketine gihişte 2296 kesan.

Di heman demê de li seranserê Iraqê hejmara giştî ya kesên ku ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane 97 kes e û bi giştî 1490 kes jî heta niha baş bûne.