NÛ BÛ

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Enqazê balafirê hate dîtin

Hat gotin, enqazê balafira Rûs a bi tîpa Tûpolev 154, ku piştî ji Soçî rabû li nava Derya Reş kete xwarê, bi çend kîlometreyan dûrî peravê hatiye dîtin. Kes ji balafirê nefilitî.

Di hundirê balafirê de 64 muzîsyen ji Koroya Artêşa Sor, 9 rojnamevan, 8 leşker, nûnerekî saziya civaka sivîl û 2 rayedarên wezaretê hebûn. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, ji bûyerê  kes nefilitiye.

Di daxuyaniya dawî ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hatibû gotin, pîlotê balafirê xwedî tecrûbeyek ji 3 hezar saetî ya firînê ye.

Balafira bi tîpa Tûpolev 154 a Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ku tevî 8 personelan 93 kes tê de bûn, ji bo biçe bajarê Lazkiye yê Sûriyeyê saet di 05:30 de ji Moskowayê bi hewa ket, xwe li bajarê Soçî danî ji bo sotemeniyê dagire û piştî ku ji vir bi hewa ket li ser Derya Reş ket xwarê.