Welatên YE’yê banga rawestandina lezgîn a mirovahî kirin

Nûnerê Polîtîkayên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell diyar kir ku ji 27 welatên Yekîtiya Ewropayê 26’an ji bo şerê li Xezeyê banga ‘rawestandina lezgîn a mirovahî’ kirine.

Roja Duşemê piştî civîna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê Borrell di civîneke çapemeniyê de axivî û anî ziman ku daxwaza ji bo agirbesteke mayînde tê wateya rawestandina şer. Her wiha Macaristan tevlî banga rawestandina şer nebû.

Borrellî anî ziman ku 26 welatên YE’yê  ji bo ihtîmala êrîşeke li ser bajarê Refahê gelekî bi fikar in.

Borrell got, rewşa li Xezeyê bobelateke mezin e û eger Îsraîl vê êrîşê pêk bîne, dibe ku rewşa heyî xerabtir bibe.

Wezîra Karên Derve ya Belçîkayê Hadja Lahbîbê li ser hesabê xwe yê X’ê got ku 26 dewletên YE’yê bang li Îsraîlê kirine ku ew li herêma Refahê operasyoneke leşkerî pêk neîne.

Îsraîlê li hemberî serbestbernedana rehîneyan, gef li Hamasê xwar ku ew ê di tevahiya meha Remezanê de erîşên xwe yên li ser Hamasê berdewam bike. Herêma Refahê jî di nav de ku li başûrê Şerîda Xezeyê ye û nêzîkî milyon û nîv sivîlên Filistînî lê  dimînin, şer pêk hatin.

Welatên Ewropayê di mijara şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de bûne du beş. Hin welatên weke Macaristanê şerê li herêmê ji bo Îsraîlê weke parastina xwe pênase dikin û hin welatên weke Spanya û Îrlandayê jî ji bo bidawîbûna şer banga agirbesteke lezgîn dikin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê bi taybet li Refah û bajarokê Han Yûnûsê di 24 saetan dawî de bi dehan êrîş pêk hatine û di encama van êrîşan de  herî kêm 107 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî bîlançoya dawî ya wezaretê jî ji 7’ê Cotmehê heya niha di encama êrîşên Îsraîlê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane,  ji 29 hezarî derbas bûye û ev hejmar her ku diçe zêdetir dibe.