Welatên Latîn Amerîkayê di mijara Venezûelayê de ji hev cihê bûn
Li Venezûelayê, aloziya navbera desthilatdarî û mûxalefetê roj bi roj giran dibe. Neteweyên Yekbûyî rexneyên giran li Serokkomar Madûro kir.
Li Venezûelayê, aloziya navbera desthilatdarî û mûxalefetê roj bi roj giran dibe. Neteweyên Yekbûyî rexneyên giran li Serokkomar Madûro kir.
Di xwepêşandanên mûxalefeta rastgirt de, ku ji bo îstifakirina Serokkomarê Venezûelayê Nîcolas Madûro hatin lidarxistin, zêdeyî sed kes mirin. Madûro bi pêkanîna hilbijartina ji bo Meclîsa Damezrîner re ketibû nava hewldaneke li dijî mûxalefetê.
BI PÊŞENGIYA PERÛ LI HEV CIVIYAN
Lê belê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û welatên din ên herêmê, ku Meclîsa Damezrîner nas nakin, zexta li ser Madûro giran dikin. Nûnerên 17 welatên Amerîkayê ku piraniya wan ji aliyê lîderên rastgir ve tên birêvebirin, li paytexta Perû Lîmayê li hev civiyan. Tê gotin, ku armanca Perû rê û rêbazeke destwerdanê ye.
WELATÊN ENDAMÊ ALBA JI BO PIŞTGIRIYÊ BIDIN VENEZÛELAYÊ LI HEV DICIVIN
Welatên endamê Tifaqa Bolîvarî ya ji bo Gelên Latîn Amerîkayê (ALBA) hişyarî dan, ku civîna li Lîmayê bi hişmendiya 'destwerdaniyê' hatiye kirin. Di daxuyaniya ALBA de ku Kuba, Nîkaragûa, Ekvador û Bolîvya endamê wê ne, bangên ji bo destwerdana leşkerî li Venezûelayê rexne kir.
Paralelî civîna li Perûyê, welatên ALBA'yê wê ji bo piştgiriya Venezûelayê bi rengekî awarte li hev bicivin û li dij in ku mekanîzmaya kontrolkirinê (Monîtorîng) li ser Venezûelayê bê ferzkirin.
Kanada, Brezîlya, Arjantîn û Şîlî jî di navê de 17 welatên li Perûyê li hev civiyan, dixwazin ku liv û tevger li dijî şerê li Venezûelayê bê kirin.
Herî dawî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres dabû xuyakirin, ku ew destwerdana rêveberiya Venezûelayê li xwepêşandêran 'hevgirî' nabîne.