Wekîlekî Îranî 3 milyon dolar xelat li ser kuştina Trûmp danî
Wekîlekî Îranî got kî Serokê DYE'yê Donald Trûm bikuje wê 3 milyon dolar xelatê bide.
Wekîlekî Îranî got kî Serokê DYE'yê Donald Trûm bikuje wê 3 milyon dolar xelatê bide.
Li gorî ajansa nûçeyan a Isnayê wekîlê Îranî Ehmed Hemzeh li parlamentoyê axivî û got, ''Li ser navê eyaleta Kermanê kî Trûmp bikuje em ê 3 milyon dolar xelat bidin wan.''
Kerman cihê jidayikbûna generalê Îranê Qasim Silêmanî ye, ku Silêmanî 3'yê Çile li Bexdayê ji hêla Emerîkayê ve hatibû kuştin.