Wekîla Fransî bersiv da kuşpeneyiya erzan a Çavûşoglu

Di navbera Wekîla Fransî ya Asambleya Parlamenteran a NATO'yê Sonîa Krîmî û Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû de li ser mijara “qirkirin” ê gengeşe derket. Krîmî bi gotina “kuşpeneyiya bênezaket” nerazîbûn nîşan da û derket.

Piştî ku Serokkomarê Fransayê Emnanûel Macron qirkirina Ermeniyan a 24’ê Nîsana 1915 weke roja bibîranê ya salên komarê qebûl kir li Asambleya Parlamenteran a NATO'yê gengeşeyên tund derket.

Biryarnameya têkildarî roja bibîranîna Qirkirina Ermeniyan 11’ê Nîsanê di Rojnameya Fermî de hate weşandin.

Li ser vê rayedarên dewleta Tirk rayedarên Fransa û Serokkomar Macron kirin hedef û daxuyanî dan.

Di vekirina Asambleya Parlamenteran a NATO'yê ya li Entalyayê Serokê Meclîa Tirk Mûstafa Şentop îdîa kir ku Fransa dîrokê manîpule dike. Şentop Fransa ji komkujiyên Cezayîr û Rûandayê berpisyar dît.

Wekîla Fransî Sonîa Krîmî axivî û diyar kir ku rexneyên Tirkan şik û guman dît û “versîyona dîrokê ya ji aliyê serfirazan ve hatî nîvîsin” red kir.

Piştre Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû jî axivî û Fransa û Macron sûcdar kir. Li gorî Çavûşoglû Fransa ne di wê rewşê de ye ku dersê bide Tirkiyeyê.

Li ser gengeşeya çêbûyî wezîra Fransî Sonîa Krîmî û deleqasyona Fransayê bi armanca protestokirinê salon terikand.

Krîmî li ser Twîtterê peyamek parve kir û got, “Yê ku dersê bi kuşpeneyiyeke ji nazikî û terbiyê dûr, dide, dema ku yekî mîna Mewlût Çavûşoglu ...'' Krîmî heman peyam li ser haştaga  #24avril (24 Nîsan) #genocidearmenien jî bi kar anî.

Di qirkirna Ermenan de dewleta Tirk 1,5 milyon Ermen bi rengekî sîstematîk qir kiribû.