Wê krîz mezintir bibe: 80 welatan ji IMF’ê alîkarî xwest

Krîza ji ber Covîd-19’ê ya li cîhane mezintir dibe. Tê diyarkirin ku wê ev krîz ji ya sala 2008-2009’an mezintir be.

Heta niha hikumetên gelek welatan daxuyanî dan û diyar kirine ku wê bi giştî bi deh milyaran kes bêkar bimînin û wê bi trîlyonan dolar têkevin dewrê.

Tê diyarkirin ku 1,7 milyar kes di şertên karantînayê de dijîn û wê krîza ekonomîk gelekî giran be. Li gorî Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) wê krîza îsal ji krîza sala 2008’an girantir be.

80 WELATAN ALÎKARÎ XWESTIN

Li gorî Dîrektora Giştî ya IMF’e heta niha 80 welatan daxwaza krediyê kirine. Dîrektor Krîstalîna Georgîeva diyar kir ku kapasîteya wan a krediyê bi giştî 1 trilyon dolar e û ew amade ne ku hemûyan têxin dewrê.

Georgîeva diyar kir ku divê pêşaniya tevdîran bidin pêşîlêgirtina vîrusa Covîd-19’ê û divê pergalên tendirustiyê werin xurtkirin.