Vîrusa nepen a li Çînê derketî holê, belav dibe

Vîrusa nepen a li Çînê beriya mehekê derketî holê bû sedama mirina 3 kesan. Vîrus belavî Koreya Başûr bû.

Şewb meha Kanûnê li bazarekî ya li navenda welat Wûhanê derket holê. Heta niha vîrus belavî sê welatên weke; Japonya, Tayland û Koreya Başûr bû.

Bi giştî 205 bûyer hate tespîtkirin ku ji nava 201 li Çînê bû. Heta niha ji ber vîrusê 3 kes mirin.

Cara destpêkê ye ku rayedarên tenduristiyê yên Çînê eşkere kirin ku ji derveyî bajarê Wûhan ku nifûsa wê 11 mîlyon e, bûyerên nû diqewimin. Li gorî daxuyaniyê li Pekînê du bûyer, li Shenzhen a mezin jî bûyerek testpît kirin.

Ji ber şewbê li derveyî welat jî tedbîr hatine girtin. DYE ji roja Înê ve sefêrên ji Wûhanê tên bi fîltreyê re derbas dike.

Li Tayland a ku du bûyer lê hatî testpîtkirin kontrolên rêya hewayî hatin şidandin. Bi heman şêweyî li Hong Kong a xweser jî li sînoran tedbîr hatine zêdekirin.

GELO ÇÎN HEJMARA RAST VEDIŞÊRE?

Zanyarên navenda lêkolîna İmperîal College ku li Londrayê şêwirmendên saziyên weke Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê WHO dikin ragihandin ku reqemên fermî yên têkildarî vîrusê ne rastin. Li gorî zanyaran hejmara bûyeran bi hezaran derbas kirine.