Vîrûsa korona: Xela ya sexte ku bi panîkê rû da!

Psîkodîroknas û Midûrê Navenda Lêkolînên Zanistî yên Neteweyî ya Fransayê (CNRS) Calûde Qûetel got, tirsa ji vîrûsa koronayê ji ber xelayeke sexte derketiye holê.

Li gelek welatan ji ber şewba vîrûsa koronayê mirov diherikin marketan. Hin mirovan gelek tişt li mala xwe kom kirine. Bûyerên dramatîk di tevahiya dîrokê de gelek caran rê li ber panîkê vekirin.

Psîkodîroknas Claûde Qûetel ev rewş ji kovara Marîanne re nirxand. Nivîskarê pirtûka "Peurs et terreurs face a la contaigon" (Tirs û terora ji ber şewbê) Qûetel di mijara mirovên ku ji bo madeyên xurekê yên bingehîn û pereyan li hev civiyane ev yek got:

"Fenomeneke ji aliyê dîrokî ve tê zanîn, Fransî ji mirovên din baştir zanin. Ez jî zarokekî şer im. Bêguman di sala 1939'an de di dema ragihandina şer de min nedît ku mirov çawa herikîn dikanan. Lê belê piştî şer min gelek caran tirsa ji xelayê dît. Hem tirsa rastî hem jî ya sexte. Ne tiştekî hate çêkirin e. Fransa piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji birçîbûna şikest. Piştî şer normal e ku mirov biherikin dikanan. Yanî ev yek dikare bê îzahkirin. Panîkeke tirsê heye ku kêmaniyekê provoke dike, mînakên xwe yên dîrokî hene. Her tişta tê xwarin tê dizîn. Ev fenomen carna bi zanebûn tê afirandin. Mînak lobiyên şekir ragihandin ku wê şekir nemîne û bi vî rengî dikin ku rê li ber rewşeke wiha vekirin. Di rastiyê de tiştekî wiha nebû. Mirov tirsiyan û şekir kirîn. Wê demê xela bi vî rengî derkete holê. Mirov di vir de dikarin qala 'bandora bendewariyê' bikin. Xela ne xelayeke rastî bû. Xelayeke sexte bû ku panîkê rê li ber vekir."

Gelo 'xela' îro dikare rû bide? Qûetel vê şîroveyê dike:

"Bêguman. Her tişt bi asta bûyerê ve girêdayî ye. Lê belê dîsa jî divê mirov destnîşan bikin; Depo yan jî bexçeyê her kesî nîne. Kapasîteya mirovên li malên biçûk dimînin kêm e. Pirsa rastî wiha ye; gelo şîrketên belavkirinê yên mezin dikarin kapasîteya xwe ya stokê nû bikin. Bi dîtina min kapasîteya wan ji ya berê mezintir e. Her tişt bi belavkirina mal ve girêdayî ye."

Qûetel got, "Em ne di demeke şer de ne yan jî aboriyeke piştî şer de ne ku peydakirina tedarikê kêm be. Ne bawerim ku vê carê heman rewş rû bide... Lê belê xela sexte ya panîkê rê li be rvekir, pêvajoyeke ku xwe bi xwe pêk tîne."

Qûetel got, "Sala 2018'an dema ku bi wesîleya salvegera 100'emîn li ser Spanyayê dixebitîm, tiştekî bala min kişand. Banga ji bo şer bi rêk û pêk rê li ber xela xurekê vekir, lê belê grîba Spanî (Tenê il Fransayê 130 hezar kes mirin) rê li ber xelayê venekir. Cuhdaiya herî mezin a bi vîrûsa korona re wiha ye: mirov neherikîn diknan. Ev nayê wê wateyê ku di sala 1918'an de mirov wê demê hîn bi aqil bûn. Lê belê medya li ser vîrûsa koronayê gelekî sor dike. Di dema grîba Spanî de kêmaniya agahiyan hebû. Her wiha ti carî restoran û kafe nehatin girtin. Stokkirina xurekê ji ber tirs û panîka ji nexweşiyekê, fenomeneke nû ye."