Midûra UNESCO'yê Audrey Aozulay bi daxuyaniyeke niviskî li ser mijara, ''derbarê talokeyên potansiyel ên li ser mafê mirovan, jiyana taybet û normên etîk'' fikarên xwe diyar kirin û ji bo ku derdorên herî hesas werin parastin, banga ''berpirsyariya giştî'' kir.
Azoulay got, ''Di vê dema nediyar de ku hemû cîhan li dijî pandemiyê tevdîrên bilez û radîkal distîne, derbarê talokeyên potansiye, destpêkê ji bo yên herî li ber şikestinê yên mafê mirovan, normên li ser jiyana taybet û normên etîk fikaran dikim.''