Ukrayna li herêma Kursk a Rusyayê qadeke 800 km2’ê kontrol dike

Li gorî daneyên Enstîtuya Lêkolînên Şer (ISW) a DYE’yê, Ukrayna ji şeva Duşemê ve li herêma Kursk a Rusyayê qadeke 800 km2’ê kontrol dike.

Roja Duşemê Ukrayna îdîa kiribû ku li vê herêma sînor, kontrola 1.000 km2 a xaka Rus bi dest xistiye.

Li çeperê rojhilat, Ukrayna bi mehan li dijî leşkerên Rus vekişiyan. Lê ji dema êrîşa Rus a di Sibata 2022’yan û vir ve destpê kirî de, 6’ê Tebaxê li dijî Rusyayê êrîşa ji sînor wêdetir a herî mezin da destpêkirin.

AFPê li gorî daneyên ISW’ê analîzek weşand. Li gorî vê analîzê, ji şeva Duşemê û vir ve Ukraynayê li herêma Kursk a Rusyayê qadeke 800 km2 kontrol dikir.