Trûmp Serokê FBI Comey ji wezîfeyê girt
Serokê DYA Donald Trûmp, Serokê FBI James Comey ji wezîfeyê girt.
Serokê DYA Donald Trûmp, Serokê FBI James Comey ji wezîfeyê girt.
Berdevkê Qesra Spî Sean Spîcer diyar kir, di çarçoveya pêşniyara Alîkarê Wezîrê Edaletê Rod Rosensteîn û Wezîrê Edaletê Jeff Sessîons de Trûmp Serokê FBI James Comey ji wezîfeyê girtiye.
Di dema hilbijartinên 2016'an ên DYA de, FBI îdîayên li ser destwerdana Rûsyayê li hilbijartinê lêkolîn dikir. Lewma nûçeya girtina ji wezîfeyê ya Serokê FBI weke 'Serokê FBI hat qewirandin' di çapemeniya Amerîkayê de cih girt.
Di daxuyaniya nivîskî ya Serokê DYA Donald Trûmp de hate gotin, "FBI yek ji saziyên giranbuha û hêja yên welatê me ye. Wê îro destpêkeke nû bike."
Hat ragihandin, biryara girtina ji wezîfeyê ya Comey tavilê ketiye meriyetê. Barack Obama di sala 2013'an de Comey kiribû Serokê FBI.