Trûmp qebûl kir ku bi lîderê Koreya Bakur re rûnê

Piştî rageşiyên di navbeyna lîderên DYA'yê û Koreya Bakur de, hate gotin dawiya Gulanê wê li hev rûnin.

Piştî peymana têkildarî nukleerê û moşekan a di navbeyna Koreya Bakur û Koreya Başûr de çavê her kesî çûbûn ser wê bê ka wê bi DYA'yê re têkiliyeke çawa were danîn

Piştî hevdîtina Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya rêveberiya Koreya Başûr a bi desteka DYA’yê Chung Eui-Yong yên li Qesra Spî agahî hate dayin ku Trûmp û Kîm Joung Gulanê wê li hev rûnin. Yong behsa nameye kir, ku lîderê Koreya Bakur ji Serokê DYA’yê re şandibû û diyar kir Trûmp bi mebesta ku Kore bi temamî ji çekên nuknükleerre xilaskirin qebûl kiriye ku bi Kîm Jong-un re rûne.

Chung her wiha got Kîm Joung-un qebûl kiriye ku divê navê de ti ceribandinên nükleer an jî moşekên balistik neke û welatê wan tetbîqên hevpar ên bi DYA’yê re ‘fêhm’ jî kiriye.

Qesra Spî qebûl kir ku Trump qebûl kiriye bi Jong-un re rûne. Berdevk Sarah Sanders daxuyaniyeke nivîskî da û got dem û cihê teqez ê hevdîtinê piştre wê were diyarkirin, heta hevdîtina plankirî pêkirinên berdest wê bidomin.