Trump piştî Morales Venezûela û Nîkaragûa kir hedef

Serokê DYE'yê Donald Trump îdîa kir ku neçarbûna Serokdewletê Bolîvyayê ji bo îstifakirinê nîşaneyeke ji bo 'rejîmên nerewa' ye.

Serokdewletê Bolîvyayê Evo Morales piştî xwepêşandanên mûxalefeta rastgir bi zexta artêşê neçar ma ku îstifa bike. Ev yek ji aliyê gelek dewletan ve weke 'darbeyê' hate pênasekirin.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku bi piştgiriya xwe ya ji bo dijberên Morales û plankirina darbeyê li gelek welatan tê sûcdarkirin, îdîa kir ku îstifaya Morales 'hişyariyeke' ji welatên din re.

Serokê DYE'yê Donald Trump daxuyaniyeke çapemeniyê weşand û xwest, ku rejîmên 'bi rengekî nerewa' hatine ragihandin bala xwe bidin ser vê encamê. Trump Venezûela û Nîkaragûa kir hedef ku partiyên sosyalîst lê desthilatdar in.

Trump helwesta artêşa Bolîvyayê ku piştgiriya xwe ji Morales vekişand silav kir û got, "DYE gelê Bolîvyayê ji ber ku daxwaza azadiyê dike û artêşê jî ji ber ku hurmetê nîşanî sonda xwe ya ji bo parastina Destûra Bingehîn silav dike."

Trump her wiha gef xwar û got, "Bûyerên qewimîn (li Bolîvyayê) ji bo rejîmên nerewa yên li Venezûela û Nîkaragûayê 'nîşaneyeke eşkere' ye ku 'demokrasî û îradeya gel' wê timî bi ser bikeve."