Trûmp: Ligel Rûsyayê em ê li Sûriyeyê tiştên gelekî baş bikin!
Serokê DYA’yê Donald Trûmp Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ezimand. Trûmp got: “hevdîtineke gelekî baş bû.”
Serokê DYA’yê Donald Trûmp Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ezimand. Trûmp got: “hevdîtineke gelekî baş bû.”
Serokê DYA’yê Donald Trûmp ligel Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hevdîtinek kir. Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Washîngtonê berê jî bi Wezîrê Karê Derve DYE’yê Rex Tîllerson hevdîtinek kiribû.
Lavrov derbasî Qesra Spî bû û li vê derê Trûmp ew ezimand. Piştî hevdîtinê Trûmp daxuyanî da û got: “Em ê li Sûriyeyê gelek tiştên baş bikin.” Trûmp diyar kir ku tevgerek heye û got, “Ev gelekî erênî ye.”
Trûmp got:“Ligel Lavrov me hevdîtineke gelekî baş kir.”
Lavrov jî li ser hevdîtinê axivî. Lavrov diyar kir ku, Trûmp dixwaze têkiliyên pragmatîk û dualî ligel Rûsyayê deyne. Lavrov diyar kir ku, sûcdariyên ku dibêjin Rûsya mudaxeleyî polîtîkaya navxweyî ya Amerîkayê dike jî bêbingeh in.
Piştî ku Trûmp patronê FBI’yê James Comey ji peywirê girt, hevdîtin hate kirin. FBI li ser têkiliyên muxtemel ên piştî kampanyaya hilbijartina seroktiyê ya 2016’an ên di navbera derdora Trûmp û Rûsyayê disekinî.
Tê payîn ku hevdîtina di navbera Lavrov û Tîllerson ji bo hevdîtina Trûmp û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bibe bingehek.
Lavrov ê ku ji Tebaxa 2013’an û vir ve cara pêşîn tê Washîngtonê tê gotin ku ji bo derbarê krîza li Sûriyeyê ji pêşniyazên Moskovayê re piştgiriya DYE’yê werbigire, tê Washîngtonê
Hefteya bihurî Rûsyayê ji bo krîza li Sûriyeyê pêşniyaza “qadên ku şer lê tune” kiribû. Ev proje di muzakereyên Astanayê navbera Moskova, Enqere û Tehranê de hatibû îmzekirin.