Trûmp ji ya xwe hate xwarê

Piştî ku avahiya Kongreyê hate dagirkirin û Kongreyê serketina Joe Bîden pejirand, Donald Trûmp ji ya xwe vegeriya û diyar kir ku di 20'ê Çileyê de wê bi rengekî bêpirsgirêk wezîfeya xwe radest bike.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp daxuyaniyeke nivîskî weşand û careke din dubare kir ku ew tevlî encamên hilbijartinê nabe û got, "Tevî vê yekê jî wê di 20'ê Çileyê de pêvajoya derbasbûnê bi rêk û pêk bi cih bê."

Trûmp ê milyarder diyar kir ku ji bo wî rûpeleke nû vebûye û got, "Jinûve mezinkirina Emerîkayê, destpêka têkoşîna me ye."

Ev biryara Trûmp, piştî ku alîgirên wî avahiya Kongreyê dagir kir û Kongreyê jî serketina Joe Bîden a di hilbijartinê de piştrast kir, hate dayin.

Di bûyeran de yên li pêşiya avahiya kongreyê û li nava avahiyê, 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 52 kes jî birîndar bûbûn.

Di dîroka DYE'yê de cara yekê avahiya kongreyê hate dagirkirin, lewma welat li pêşberî vê yekê matmayî bû.