Trûmp ji roja ewil ve wê gelek biryarnameyan derxîne!

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê hatî hilbijartin Donald Trûmp ragihand ku piştî merasîma sondxwarinê ew ê gelek biryarnameyan îmze bike.

Donald Trûmp, roja Duşemê piştî merasîma sondxwarinê wê dest bi wezîfeya xwe bike. Trûmp ê ku ji NBC Newsê re axivî, diyar kir ku hejmarek diyar nîne lê gelek biryarnameya seroktiyê wê roja Duşemê piştî nîvro dest bi îmzekirina wan bike.

Nûçegihanê NBC Newsê pirsa ‘Ma ji 100 heb zêdetir e?” pirsî. Trûmp jî li ser vê yekê got, ‘herî kêm di wê navberê de ye.”

Trûmp di mîtîngekê de gotibû, "Piştî sondxwarinê, ez ê bernameya dersînorkirinê ya herî mezin a dîroka Emerîkayê bidim destpêkirin." 

Trûmp roja Şemiyê gotibû, dersînorkirina koçberên di sînor re ketine welêt ku tê gotin hejmara wan li DYE bi qasî 11 mîlyon e, wê 'gelekî zû destpê bike'. 

Dîrektorê berê yê Daîreya Kontrola Koçberî û Sînoran (ICE) Tom Homan roja Înê li Chîcagoyê daxuyaniyek da û got, "Wê li her devera welêt bike tevgerê. Chîcago tenê yek ji gelek cihan e."