Trûmp gef li Wenezuelayê xwar ku destwerdanê lê bike

Serokdewletê DYE'yê Donald Trûmp got, li ber wan 'vebijêr'keke ku yekîneyên Emerîkî bişînin Wenezuelatê.

Trûmp ji qenela televizyonê ya CBS'ê re axivî û got,''bi teqezî vebijêrkek e''.

Serokdewletê DYE'yê Trûmp got wî daxwaza hevdîtina bi Serokdewletê Wenezuelayê Nîcolas Madûro re red kiriye.

Lîderê muxalîf ê bi desteka DYE'yê Juan Guaîdo Çile xwe weke serokdewletê demdemî ragihandibû. Trûmp yek ji wan lîderê pêşî bû ku Guaîdo nas kirî, zextê li ser dewletên din jî dike ku di vê mijarê de wekî wî tevbigerin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bang kiribû hilbijartinê serokkomariyê were kirin an na ew ê jî Guadî nas bikin.

Fransa, Elmanya û Spanya 26'ê Çile daxuyanî dabûn û gotibûn ji bo mijara hilbijartinê 8 roj dane Madûro.

Li şûna biryareke hevkar a YE'yê divê her endam pozîsyona xwe diyar bike. Avûstûrya jî got ew hazir e Guaîdo nas bike.

Parlamenttoya Ewropayê Pêrşemê Gauîdo nas kirbiû û destek dabû darbeyê.