Trûmp ê vîrûs biçûk dît, rewşa awarte îlan kir

Serok Dewletê DYE’yê Donald Trûmp ji ber pandemiya Covîd-19 li hemû welat rewşa lezgîn a netewî îlan kir.

Serok Dewletê DYE’yê Donald Trûmp ê berî çend roja vîrûsa Koronayê weke şewbeke demsalî anîbû beramberî hev li Qesra Spî bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê rewşa awarte îlan kir.

Li DYE’yê di rewşa heyî de hejmara kesên bi vîrûsê ketine jêrî 1300 û hejmara miriyan jî derdorî 30’an e. Lê ji ber sînordarkirina testan tê texmînkirtin ku hejmara rast hê zêdetir bin. Di raporeke ku roja Pênşemê pêşkêşî Senetoyê hate kirin de hatibû ragihandin ku li welat wê vîrûs belavî 150 milyon kesî bibin. Rayedarên eyaleta Ohîo jî diyarkirin ku tenê li vê eyaletê dibe hejmara kesên bi vîrûsê ketibin 100 hezar bin.

Îlana rewşa awarte ya di asta netew de, amadekarî tê kirin ku ji bo têkoşîna bi şewba vîrûsê re kredî ji bo şaredarî rêveberiyên xwecihî û eyaletan re bê kirin. Trûmp diyar kir ku dibe ku fona alîkariyê ya jibo eyalet û rêveberiyên xwecihî bigihêje 50 milyar dolarî.