Trûmp: Divê Îran pir baldar be

Serok Dewletê DYE’yê Donald Trûmp, carekî din Îran hişyar kir û diyar kir ku divê ‘pir baldar’ be.

Trûmp di daxuyaniya xwe de got: “Îran di van navberan de pir tiştên xirab dike, pir baldar be wê baş be.” Serokê DYE’yê tiştekî din vekirî negot.

Nakokiyên di navbera herdu welatan de her diçe bilind dibe, Îran roja Duşemê diyarkiribû ku wê sînorê ji bo peymana nukleerê hatibû diyarkirin derbas bike û wê rêjeya ûranyûmê bigihîne 4,5’an.

Washîngton jî li dijî vê stratejiya zextên xwe yên li ser Îranê dewam dike.  Di vê çarçoveyê de guşar zêde dibin.

Herî dawî, roja Sêşemê li ser du parlementerên Hîzbûllah ên Lubnanî biryara guşaran hatin giritn.