Trump: Di dawiya şer de Îsraîl wê Xezeyê ji DYE'yê re bihêle!
Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku di dawiya şer de wê Îsraîl Şerîda Xezeyê ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re bihêle.
Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku di dawiya şer de wê Îsraîl Şerîda Xezeyê ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re bihêle.
Serokê DYE'yê Donald Trump li ser Truth Social daxuyaniyek da û got, "Şerîda Xezeyê di dawiya şer de wê ji aliyê Îsraîlê ve ji DYE'yê re bê hiştin."
Trump got, "Fîlîstînî wê li herêmê li civatên bedew û bi ewle ku malên xwe yên nû û nûjen e bêne bicihkirin. Bi vî rengî wê bibin xwedî wê şensê ku kêfxweş, ewle û azad bin."
Serokê DYE'yê bi dewamî got, "DYE wê bi tîmên pêşvebirinê yên bêhempa yên ji çar aliyên cîhanê bixebite, hêdî û bi baldarî wê dest bi înşaetê bike ku bibe yek ji pêşketinên herî bi heybet û mezin ê li ser rûyê cîhanê. Pêwîstiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê wê bi leşkeran nebe! Li herêmê wê aramî pêk were."
Donald Trump roja Sêşemê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku DYE wê herêma Fîlîstînê 'bi demdirêjî kontrol bike', 'hemû bombeyên xetere rake', 'herêmê rast bike' û 'ji avahiyên hilweşiyayî paqij bike'.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li hemberî hewldana 'paqijiya etnîkî' hişyarî dabû û gotibû, "Gelekî girîng e ku dilsozî bi hîmên hiqûqî yên navneteweyî re bê nîşandan."