Trûmp biryarnameya Twitterê îmze kir

Serokê DYE'yê Donald Trûmp, piştî ku Twitterê etîketa 'pêwîstî bi piştrastkirinê heye' bi du peyamên wî ve zeliqand, biryarnameya têkildarî medya civakî îmze kir.

Twitterê roja Sêşemê biryar da ku hişyariyê li du peyamên Trûmp bike û bang li bikarhêneran kir ku bûyeran piştrast bikin. Li ser vê yekê Serokê DYE'yê Donald Trûmp bi biryarnameyeke ku parastina hiqûqî ya tevnên civakî bisînor dike bersiv da Twitterê.

Trûmp dema ku mohra xwe danî binê biryarnameyê qala azadiya îfadfeyê kir: "Em îro li vê derê ne, ji bo azadiya îfadeyê li hemberî yek ji metirsiyên herî mezin biparêzin."

Trûmp îdîa kir ku medya civakî demeke dengê mûxafazakar bêdeng dike û bi rengekî yekalî tevdigere. Trûmp diyar kir ku ev şîrket bûne 'yekdest'.

Trûmp got, "Bûn xwedî hêzeke bêdawî ku di navbera welatiyan an jî girseyên berfireh de ragihandinê sansur bikin, bi sînor bikin, sererast bikin, bi rêk û pêk bikin, veşêrin û biguherînin."

Serokê DYE'yê got, "Di dîroka Emerîkayê de mînakeke weke ya niha nîne ku hejmareke ewqasî kêm a şîrketan bandorê li qadeke ewqasî berfireh dike û kontrol dike. Nabe ku em destûrê bidin vê yekê."

Trûmp her wiha diyar kir, şîrketên medya civakî eger parvekirinan sansur bike yan jî bixwaze naveroka parvekirinan sererast bikin, ji bo ji berpirsyariyê ne vegirtî bin, wê di qanûna navborî de guhertinan bike.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp ji sala 2016'an û vir ve bi rengekî aktîf hesabê Twitterê bi kar tîne. Trûmp têkildarî pirsa ku wê hesabê xwe yê Twitterê jê bibe yan na wiha got, "Nûçegihaniyeke derewîn tê kirin. Li vî welatî eger çapemeniyeke wekhev hebûya, ez qet nedifikirîm û minê ev bikira."