Trûmp bi şert wê bi Kîm Jong-un re rûne

Hate ragihandin ku Serokê DYA’yê Donald Trûmp dema ku ‘hin şertên diyar hatine bicihanîn’ wê daxwaza hevdîtina rêveberiya Koreya Bakur qebûl bike.

Lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-un daxwaz kirîbû bi Serokê Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê (DYA) Donald Trump re hevdîtinê pêk bînê. Trump ev daxwaz qebûl kirîbû.

Di daxuyaniya dawî de ya ku ji aliyê rêveberiya Trump ve hatî kirin, hate ragihand ku hevdîtina ku bi Kim Jong-un re ku tê payîn di meha Gulanê de pêk were girêdayî hinek şertan e. Berdevkê Qesra Spî Sarah Sanders got hevdîtin ‘heke dii mijara nukleerê de gavên ku dikarin werin şopandin were avêtin’ wê pêk were.

 ‘KOREYA BAKUR QEWL DANIYE, NE ME’

Sanders diyar kir ku lîderê Koreya Bakur xwe pakkirina ji nükleere jî di nav de li ser gelek mijaran qewl daye û got, ‘’DYA di vê mijarê  de bawer dike. Serok (Trûmp) hêvî dike ku gavên girîng werin avêtin.’’

Sanders got DYA li gorî rêveberiya Pyongyangê zêdetir bi avantaj e û got, ‘’Heke em vekirî bibêjin, DYA tiştek ji xwe neda lê Koreya Bakur hin qewl dan.’’

PIŞTÎ 2017’AN A BI RAGEŞIYÊ DINYA HINEKÎ REHET BÛ

Serê heftiyê hatibû ragihandin ku piştî hevdîtinên bi asta bilind a di navbeyna Koreya Bakur û Başûr de li ser gelek mijaran li hev kirine. Piştî vê hevdîtinê hatibû gotin lîderê Koreya Bakur Kim Kong-Un ji Serokê DYA’yê re namyeke nivîsiye û di nameye de ji Trûmp xwestiye ku hev bibinin.

Ji ber ceribandinên moşekê nükleer û parzemînî yên balîstîn di serî de DYA, Japonya û Koreya Başûr gelek dewletan li dijî rêveberiya Pyongyangê helwest nîşan dabûn. DYA û Koreya Bakur gef li hev xwaribû ku hev tine bikin û vê jî cîhan tirsandibû.