Trenek li Barcelonayê ji rê derket: 1 mirî, 44 birîndar
Li Barcelonayê yek ji trenên banliyoyan ji rê derket. Ji ber qezayê kesek mir, 44 kes jî birîndar bûn.
Li Barcelonayê yek ji trenên banliyoyan ji rê derket. Ji ber qezayê kesek mir, 44 kes jî birîndar bûn.
Trena ku 131 kes tê de bûn, ji banliyoyan diçû navenda bajêr.
Qeza danê sibehê saet 06.15'an li cihekî nêzî navbera bajarên Manrêse û Terrasa ya herêma Vacarîssesê rû da.
Ji ber qezayê kesek mir, 44 kes jî birîndar bûn.
Tê gotin ku ji ber baranê erd şemitiye, lewma qeza rû daye.
Tîmên alîkariyê ber bi herêmê ve çûn û hewl didin rêwiyên di nava vagonan de asê mane derxînin.