Trafîka Yewnanîstanê ji ber grevê asê ma

Li Yewnanîstanê, ji bo dawî li polîtîkayên teserûfa giran bê anîn, wesayitên girseyî û rêyên hesinî û deryayî ji bo 24 saetan ketin grevê.

Ji bendera mezin a nêzî Atînayê ji Pîreyê heta giravên Derya Egeyê trafîka deryayê bi temamî sekinî. Greva li trafîka deryayê bi banga sendîkaya PNO'yê dest pê kir.

Li paytext Atînayê jî ji ber greva metro, tramvay û otobusan, wesayit di rê de asê man. Konfederasyona Karkerên Giştî (GSEE) dixwaze muçeyê kêmtirîn bibe 751 Euro. Ji ber krîza navbera salên 2010-2018'an, muçeyê kêmtirîn daketibû 580 euroyî.

Li Atînayê wê li dijî polîtîkayên teserûfa giran, roja Çarşemê meşeke mezin pêk were.