Tora sûc a ku ji zarokan  sûd werdigirin hate têkbirin

FBI û EUROPOL diyar kirin rêxistineke sûd a pir mezin ku ji zarokan sûd werdigirin hate têkbirin.

FBI û Europolê diyar kirin bi operasyoneke mezin a ku li tevahiya dinyayê hatî kirin bi sedan zarokên ku ji hêla zayendî ve ji wan sûd dihate werdigirtin ji destê çeteyan hatine rizgarkirin û nêzî 1000 endamên çete yê vê rêxistina sûc hatine girtin.

Ofîsa Polîsan a Ewropa (Europol) li Laheyê daxuyanî da û têkildarî operasyonên ku bi hevkariya Bûroya Lêpirsînî ya Federal (FBI) a Emrîkayê pêk anîne agahî da.

Li gorî vê toreke sûc a li dinyayê berbelav ku zarokan dikin koleyê seksê û dîmenên wan di sîteyên înternetê de par ve dikin hate deşîfrekirin. Di operasyonan de 370 ji Ewropayê, bi tevahî 900 endamên rêxistina sûc hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Europolê 259 zarok jî ji destê van çeteyan hatine rizgarkirin.

Diyar bû ku ev tora sûc ji bo malpereke porno ku zarokan dike hedef dixebitîn û malpera di behsê de beriya bi 2 salan ji hêla FBI’yê ve hatiye diyarkirin. Li gorî agahiyan operasyon beriya bi 2 salan dest pê kiriye, gelek rêveberên malperê vê heftê li DYE’ê bi cezayê hepsê ku heta bi 30 salî hatine cezakirin.

Europol diyar kir bi ‘operasyona memik’ê  ku li tevahiya dinyayê hatiye kirin, gelek zarok hatine xilaskirin û diyar kir li dinyayê, li gelek welatan hê jî malperên înternetê karê hetîketiyê didomînin.