Tirs û fikar hene ku bûyera li Fransayê mezin bibe

Li Fransayê, piştî ku ciwanek di dema kontrola polîsan de hate kuştin, çalakiyên protestoyî dest pê kirin. Rayedar bi fikar in ku bûyer mezin bibin û ji bo 'aramiyê' bang kirin.

Hate îdîakirin ku li bajarê Nantes ê Fransayê, êvar Sêşemê ciwanek di dema kontrola polîsan de reviya ye û piştre ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.

Bûyer li taxa Breîlê qewimî û doh li gelek herêman çalakiyên protestoyî pêk hat. Li hin deveran di navbera xwepêşandêr û polîsan de şer derket.

Polîsan bi bombeyên ku çavên mirovan dişewitînin dest li xwepêşandanan werdan. Fikar heye ku çalakiyên protestoyî veguherin xwepêşandanên mîna yên sala 2005'an ku demeke dirêj dewam kiribûn.

Dozgerê Nantesê Pîerre Sennês li ser bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku li taxa Breîlê ev hefteyeke ji ber bûyereke din alozî heye. Dozger got, ciwanê ku hate kuştin nasnameyeke sexte nîşanî polîsan dabû û piştî ku jê hate xwestin ku biçe qereqolê, reviya bû.

Fikar hene ku bûyer mezin bibe. Hate ragihandin ku Serokwezîr Edoûard Phîlîppe wê îro biçe bajarê Nantesê.

Roja 27'ê Cotmeha 2005'an, li cihekî nêzî paytext Parîsê polîsan dabûn pey ciwanên ku ji kontrola nasnameyê reviyan, piştre bi têlên ceyranê ve aliqî bûn û du ji wan miribûn. Mirina Zyed Benna (17) û Boûna Traorê (15) ên ji Bakurê Afrîkayê û birîndarbûna Mûhîttîn Altûn ê 17 salî, rê li ber çalakiyên mezin ên şermezarkirinê vekiribû.