Tîllerson li Bexdayê bi Ebadî re rûnişt

Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tîllerson serdana Bexdayê kir û bi Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî re rûnişt.

Ofîsa Serokwezaretiyê ya Iraqê li ser hevdîtina Tîllerson û Ebadî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Li gorî vê yekê, Tîllerson diyar kiriye ku divê pirsgirêk di çarçoveya Destûra Bingehîn a Iraqê de bên çareserkirin û di navbera rêveberiyên Bexda û Herêma Kurdistanê de jî li şûna şer, pêwîste diyalog bê kirin.

EBADÎ HEŞDÎ ŞABÎ PARAST!

Ebadî jî êrîşên li ser Kerkûkê weke 'pêkanîna kontrol û serweriya dewletê' nirxand. Ebadî îdîa kir, ku ew li hemberî ti pêkhateyê şer nake û mesaja 'welatiyên hêja yên Iraqê ne' dane Kurdên li Kerkûkê.

Ebadî, Heşîd Şabî jî weke 'şervanên Iraqî' bi nav kir.

Wezîrê Karên Derve yê DYA Tîllerson, duh li Erebîstana Siûdî gotibû, "Divê hêzên Heşdî Şabî yên Îran piştgiriya wan dikin, ji Iraqê derkevin." Rêveberiya Bexdayê nerazîbûn nîşanî vê daxuyaniyê dabû.