Tevî DYA xwe jê vekişand jî CPTPP hate îmzekirin

Peymana dewama Hevkariya Trans Pasîfîk (TPP) ku yek ji girîngtirîn peymana bazirganiya serbest a cîhanê ye ku DYA par xwe jê vekişand, bi fermî hate îmzekirin.

Piştî danûstandinên TPP, peymaneke nû bi navê Comprehensive and Progressive Trans Pacific Partnership (CPTPP) hate amadekirin. Japonya, Kanada, Awûstralya, Zelanda Nû, Meksîka, Vîetnam, Perû, Şîlî, Malezya, Sîngapûr û Brûneî tevlî peymanê dibin.

Piştî ku DYA ji nav derket, CPTPP ji qada bazirganiyê ya ji 800 milyonî daket 480 milyonî. Hêza xwe ya aboriyê ya giştî nêzî 10 trilyon dolar e. Ev yek jî tê wateya 13,5 ji sedî ya aboriya cîhanê.

Piştî ku DYA xwe jê vekişand, wê Japonya bibe hêza herî xurt û diyarker a peymana bazirganiyê ya li Pasîfîk.