Tetbîqata Îranê: Li keştiya Emerîkayê ya maket hate xistin

Hêzên Îranê li kendavê ya Başûrê welat di dema tetbîqata leşkerî de bi fuzeyan li keştiyeke balafiran a Emerîkî ya maket hate xistin.

Tetbîqata bi navê “Pêxember Mihemed 14” li nêzî Kendava Hurmuzê ku bi taybetî ji bo petrolê korîdoreke girîng e pêk hat.

Li gorî dîmenên ku ji aliyê televîzyonên dewleta Îranê hate weşandin, bi fûzeyên ji erdê ve bo behrê keştiyeke ya balafiran a Emerîkî ya maket hate hedefgirtin.

Ew tetbîqat di demekî de ku aloziyên di navbera Îran û DYE’ê de zêde dibe pêk hat.

DYE di sala 2018’an bi awayeke yekalî xwe ji peymana nukleerê kişand, li hemberî Îranê polîtîkaya ambargoyê xistibû dewrê.

Hêzên Deryayî yên Emerîka bertek nîşanê helwesta “metirsîdar û ne berpirsiyar” ya Îranê da. Berdevkê Fîloya 5’mîn ya DYE Rebecca Rebarich got: “Ev tetbîqata operasyonên koalîsyonê yên li herêmê asteng nekir û li Kendava Hurmuz û li avên hawîrdora wê de li ser gerên serbest yên bazirganiyê ti bandorek çênekir.”