Teqandina çirûskên peqîner li Brukselê hate qedexekirin

Li 19 komunên paytexta Belçîka Brukselê hate qedexekirin ku di pîrozbahiyên sersalê de çirûskên peqîner neyên teqandin.

Polîsên paytext Brukselê ragihand, qedexe ye ku li meydana Grand-Place ya navdar û kolanên derdora wê çirûskên peqîner bên teqandin.

Polîsan diyar kirin, kesên ku li hewşa xwe çirûskên peqîner biteqînin wê bên cezakirin. Li mezinan 350 euro, li zarokan jî wê 175 euro ceza bê birîn.

METIRSÎ YE LI SER HEYWANAN

Çirûskên peqîner metirsîdar tên dîtin. Ji ber ku dikare rê li ber şewatê veke, ji bo tenduristiya heywanan metirsîdar e. Komeleya parêzvanê mafên heywanan Gaîa ragihand, ji ber deng û ronahiya ji çirûskên peqîner tê, gelek heywan dikevin nava panîkê. Gaîa ji xwediyê heywanan xwest ku heywanên xwe sersalê dernexînin derve.

Roja 31'ê Kanûnê, erka teqandina çirûskên peqîner wê tenê di destê rayedarên komunan de be.