Rewşa dawî ya vîrûsa Koronayê
Xeteriya vîrûsa Korona ya li ser 170 welatên cîhanê dewam dike.
Xeteriya vîrûsa Korona ya li ser 170 welatên cîhanê dewam dike.
Vîrûsa Korona ya meha Kanûnê li bajarê Vûhan a Çînê derket û belavî 170 welatan bû, xeteriya wê ya ku bû sedema mirina bi hezaran kesî jî dewam dike.
TIRKIYE
Rayedarên dewleta Tirk ragihand ku heta niha 47 kes bi vîrûsa Korona ketiye. Lê tê payîn ku ev hejmar hê zêdetir bin. TTB ragihand ku dibe ji hejmara ku dewletê ragihandibe, zêdetir kes bi vîrûsê ketibin. Hate ragihandin ku welatên li derveyî Tirkiyeyê wê ji nîvê şevê û pêve vegerin û 14 rojan bixin karantînayê. Di derbarê 93 kesan de ku li ser tevnên civakî têkildarî vîrûsa koronayê parvekirinên bi îdîaya ‘bê bingeh û provakatîf’ lêpirsîn hatiye destpêkirin û 19 kes jî destgîrkirine.
QIBRIS
Weîzrê Tenduristiyê ya Bakurê Qibrtisê Alî Pîllî ragihand ku li ser tûrîstekî Elman ê di bin çavdêriyê de bû derket ku bi vîrûsê ketiye û li gel vê hejmara kesên bi vîrûsê ketin gihişte 7’an. Berî niha li Bakurê Qibrisê 4 jê tûrîst 2 welatiyên Bakurê Qibtrisê bi vîrûsê ketibûn.
ÎRAN
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Kiyanuş Cîhanpur bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li Îranê 135 kesên din bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî hejmara kesên li Îranê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane, gihîşt 988 kesî. Cîhanpur diyarkir ku di nava 24 saetan de 1 hezar û 178 kes jî bi vîrûsa koronayê ketine û got; “Heya niha 16 hezar û 169 kes bi vîrûsa koronayê ketine.” Her wiha Cîpanpur balkêşa ser kesên tenduristya wan baş bûne jî û got; “Bi giştî heya niha 5 hezar û 389 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, rewşa wan baş bûye û vegeriyane malên xwe.
ELMANYA
Hejmara kesên li Elmanyayê bi vîrûsê ketine gihişte 6 hezarî. Enstîtûya Robert Koch a Elmanya xeteriya vîrûsa Korona ya li ser gel weke asta ‘bilind’ nîşanda.
DYE
Li DYE’yê nêzî 5 hezar kes bi vîrûsê ketine û nêzî 100 kes jî mirine. Trûmp diyar kur ku ji ber şewba koronayê dibe ev krîz heta dawiya havînê yan hê dirêjtir bibe. Ji 50 eyaletên DYE’yê li 40 eyaletan ‘rewşa lezgîn’ hate ragihandin. Li 29 eyaletan jî dibistan hatin girtin.
KANADA.
Li Kanadayê jî 441 kes bi vîrûsê ketine û 4 kes jî mirine. Kanada ji derveyî welatiyên DYE’yê ketina welat ên ji derveyî welatiyên wan û dîsa jî biyaniyên xwedî nîştecihêbûna herdemî rê li hemû welatiyên biyanî girt.
FRANSA
Li Fransa jî ji 16’ê Adarê û vir ve 6 hezar û 633 kes bi Koronayê ketine û 148 kes jî mirine. Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron daxuyaniyek dabû û bang kiribû ku tu kes ji malên xwe dernekevin û qedexeyên hişk ên geştê ragihandibû.
HOLLANDA
Wezareta Tenduristiyê ya Hollandayê bi daxuyaniyekê duh ragihadinbû ku li welat di nava 24 saetan de ji 278 kesan hejmara kesên bi vîrûsê ketibûn gihişte 413 kesan. Hejmara kesên mirin jî gihişte 24’an.
BELÇÎKA
Li Belçîkayê jî 243 kes bi vîrûsê ketine. Ji ber şewba vîrûsa Korona heta niha 10 kes mirine. Li nexweşxaneyên Belçîkayê 361 kes ji ber şewba koronayê tên dermankirin. Ji van 79 di beşa lezgîn de ne.
ÎNGÎLTERE
Li Îngîltereyê jî hejmara kesên bi vîrûsê ketin ji 152 kesan gihişte hezarû 543 kesan. Roja Duşemê hejmara kesên mirin jî gihişte 75’an.
Li Taylandê hejmara kesên bi vîrûsê ketin gihişte 77’an. Ji sedî hejmara kesên bi vîrûsê ketine li Bangkokê hate tesbîtkirin. Li Kamboçyayê jî 12 kes bi vîrûsê ketine. Li welat bi giştî 24 kes bi vîrûsê ketine.
EURO 2020 HATE TALOQKIRIN
Federasyona Futbol a Norweçê Şampiyonê Futbol a Ewropa Euro2020 taloqî 2021’ê kir. UEFA niha têkildarî mijarê bi lezgîn bi vîdeo konferansekê dicivin. Federasyona Norweçê diyar kir ku trunuva sala bê 11’ê Hezîran-11’ê Tîrmehê bê lidarxistin.