Tê xwestin ku 35 sal ceza li serokkomara berê ya Koreya Başûr bê birîn

Li Koreya Başûr ji ber nelirêtî û peywira xwe ji bo tiştên xerab pêk aniye, tê xwestin ku 35 sal cezayê girtîgehê li serokkomara berê ya Koreya Başûr Park Geûn-hye bê birîn.

Ji bo serokkomara berê ya Koreya Başûr 35 sal cezayê girtîgehê xwestin. Derketibû holê ku Park Geûn-hye ya ku yekemîn serokkomara jin a welat bû û şêwirmendên wê ji şîrketên mezin bertîl stendiye. Piştî vê bûyerê di sala 2017’an de ji peywirê hatibû stendin.

Di sala 2018’an de ji ber nelirêtî, binpêkirina qanûna hilbijartinê û dest daniye ser fonên serwîsa îstîxbaratê 32 sal ceza jê re hatibû xwestin.

Piştî ku serokkomarê îtîrazê dadgeha li Seûlê kir, dozgeriyê xwest 35 sal cezayê girtîgehê û 33,3 milyar won (24,5 milyon eûro) cezayê pere lê were birîn.

Dadgeha bilind wê di 10’ê Tîrmehê de biryara xwe bide. Vê skandalê têkiliyên di navbera şîrketên mezin ên wekî Samsûng û desthilatdariyê derxistibû holê.