Tê gotin, li pişt êrîşa sîber a global Koreya Bakur heye
Lêkolînerên ewlekariya kompûterê ragihandin, ku êrîşa sîber a li dijî deh hezaran şîrket û saziyên îdarî yên li gelemperiya cîhanê, pêwendiya xwe bi Koreya Bakur re heye.
Lêkolînerên ewlekariya kompûterê ragihandin, ku êrîşa sîber a li dijî deh hezaran şîrket û saziyên îdarî yên li gelemperiya cîhanê, pêwendiya xwe bi Koreya Bakur re heye.
Pisporê kompûterê Neel Nehta, ku li googleyê dixebite got, di navbera virûsa 'Wannacry' a ku li 150 welatan belav bû û hin korsanên kompûterê yên Koreya Bakur ku tên sûcdarkirin, hin aliyên dişibin hev hene.
Pisporên din jî îdîa kirin, ku her çend agahiyeke têrker ji bo encameke zelal li ber dest nebe jî, dibe ku Koreya Bakur ev êrîş kiribe.
Şîrketa ewlekariyê ya kompûterê Kaspersky got, "Niha pêwîstî pê heye ku li ser versiyonên herî kevn ên Wannacry hîn bêhtir lêkolîn were kirin" û wiha dewam kir: "Tiştekî zelal heye. Keşfa Neel Mehta, nîşaneya herî şênber a li ser koka Wannacry e."
"Wannacry" ku weke vîrûseke fîdyeyê tê dîtin, dema dikeve nava kompûterê hemû dosyayan kilît dike. Ji bo bikarhêner karibin kompûtera xwe bi kar bînin, ewilî 300 dolar tê xwestin. Piştre jî ev rêje tê zêdekirin. Tê xwestin ku pere bi rêya 'bîtocîn' ku pereyî ferazî bê kirin.
Tê texmînkirin, korsanên kompûterê, ji bo vê êrîşa sıber bikin, ji valahiya ewlekariyê ya ku Daîreya Ewlekariyê ya Neteweyî ya DYA (NSA) jî bi kar tîne, sûd wergirtine. Êrîşa sîber bi vîrûsa li dosyayan an jî lînkan hatiye bicihkirin, tê kirin.
Tê gotin, di êrîşa sîber a global de, bi sed hezaran bikarhênerên li 150 welatan zerar dîtin. Tenê li Çînê êrîş li sed hezaran kompûterê û 30 hezar saziyan hate kirin.
Piştî êrîşê bi giranî Rûsya hedef dihatin nîşandan. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar ikr ku ti têkiliya wan bi 'Wannacry' re nîne.