Tê gotin ku vîrûsa Korona gihişte Îranê

Li gorî Rojnameya nêzî rejîma Îranê (rojnameya Îran) roja Duşemiya bihorî li nexweşxaneyekî ya Tehranê kesek ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî nûçeyek ya rojnameya dewletî ya Îran roja Duşemiya bihorî (10’ê Sibatê) jinek 63 salî ku gumana vîrûsa Koronayê girtiye li serê hebû saet 11:30 de li nexweşxaneyekî Tehranê jiyana xwe ji dest da.

Berpirsên nexweşxaneyê piştî ku wê jinê jiyana xwe ji dest da raporekî fermî pêşkêşî hêzên ewlekarî, dozgerî û tendurûstiyê kiribûn lê berpirsan ragihandibûn ku bersiva tehlîlannegatîf bûye û nexweşên guman li ser piştî demekê ku di qarantîneyê de hatibûn ragirtin ji nexweşxaneyê hatine derxistin. Hate qeydkirin ku li Îranê ew yekemîn mirina bi guman e ku ji ber vîrûsa Koronayê çêbûye.

Hêjayê gotinê ye ku berpirsên Wezareta Tendurûstiyê ew yek red kirine.