Talîbanê pêşniyaza agirbestê li DYE’yê kir

Hate ragihandin ku Talîbanê pêşniyaza agirbesteke demkurt li DYE’yê kiriye.

Li Pakistanê kesekî nêzî Talîbanê ji AFP’ê re axivî û got: “Talîban ji agirbesteke 7 û 10 rojan re amade ye. Wê agirbest bi DYE û hikumeta Efganistanê were kirin.”

Li gorî ajansa AFP’ê jî peyama Talîbanê êvara Çarşemê gihiştiye ber destê Zalmay Khalîlzad ê ku nûnerê DYE’yê yê li Efganistanê ye.

Hevdîtinên di navbera DYE û Talîbanê ev serê salekê ye didome. Serokê DYE’yê Donald Trîmp di dawiya meha Mijdarê de diyar kiribû ku hevdîtinên bi Talîbanê re dîsa dest pê kiriye. Piştî êrîşa li dijî nexweşxaneyeke nêzî baregeha DYE’yê ya li Bagramê a li bakurê Kabîlê hevdîtin hatibû sekinandin.

Ji roja ku mudaxeleya DYE’yê li ser Efganistanê pêk hatiye, tê diyarkirin ku heta niha 2400 leşkerên Emerîkayê mirine.