Talîbanê li cihekî nêzî Kandaharê qadeke girîng bi dest xist

Tevgera Talîbanê, navçeya Pencvayî ya li wîlayeta Kandaharê bi dest xist.

Navçeya Pencvayî bi 15 kîlometreyî dûrî paytexta wîlayeta Kandaharê ye.

Li gorî rayedarên xwecihî yên Efgan, piştî şerekî giran ê bi şev, Talîbanê navçe bi dest xist.

Ji 1'ê Gulanê û vir ve ku piştî şerê 20 salî hêzên DYE'yê hêzên xwe vekişand, Talîbanê ji bo kontrolkirina qadên bejahî yên welêt operasyonên xwe zêde kiriye.

Serokê Meclîsa Bajarê Kandaharê Jan Hakrîval piştrast kir ku Pencvayî ketiye û hêzên Efgan sûcdar kir ku li gel hejmara xwe têrker bû, "bi zanebûn xwe vekişandine."

Kandahar ew wîlayet e ku Tevgera Talîbanê lê ava bûye. TalÎbanê ku sala 1996'an desthilatdarî xiste destê xwe, rejîmeke tund a olperest xistibû meriyetê û piştî êrişên 11'ê Îlona 2001'ê yên li DYE'yê, bi dagirkeriya DYE'yê re ji desthilatdariyê hatibû xistin.

Hefteyên dawî li gelek wîlayetan şerekî giran diqewime. Talîbanê ji 400 navçeyên li welêt nêzî 100 jê bi dest xistiye.

Rayedarên Efgan vê hejmarê red bikin jî, piştrast kirin ku hêzên hikumetê xwe ji hin navçeyan vekişandine.