Talîbanê êrîş bir ser bajarekî Afganîstanê

Talîbanê êrîş bir ser bajarê Ferahê yê li rojavayê Afganîstanê.

Rayedarên herêmî gotin, Talîbanê duh bi şev bi rengekî berfireh dest bi êrîşê kiriye.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku navçeyek ketiye destê Talîbanê û li nava bajêr şerekî dijwar diqewime. Her wiha hate ragihandin ku balafirên şer jî bombeyan li nuqteyên Talîbanê dibarînin.

Talîbanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji şêniyên bajêr xwest ku li malên xwe bimînin û dernekevin derve.

Li herêma Farahê ku haşhaş gelekî lê tê çandin, salên dawî şerekî dijwar diqewime. Talîbanê ji sala 2017'an ve cara sêyemîn e ku hewl dide paytexta vê eyaletê bi dest bixe.

Talîbanê beriya niha bi demeke kin ragihandibû ku wan dest bi operasyonên biharê kirine. Bi meha Adarê re êrîşên li dijî hêzên ewlekariyê zêde kir.