Talîbanê bajarokek xist bin kontrola xwe!

Li Efganistanê tevgera Talîbanê, li bajaroka bi navê Kalaye Zal a li ku bakurê welat, buroyên walîtiyê û gerînendetiya emniyetê xist bin kontrola xwe.

Li gorî daxuyaniya walîtiya Kunduzê ya ku bajarok bi ser wê ye, Talîbanê saziyên girêdayî walîtiyê û gerînendetiya emniyetê ya bajarokê xistiye bin kontrola xwe. Hate ragihandin ku li navçeyê şer didome.

Berdevkê Talîbanê Zabîbûllah Mucahîd diyar kir ku ji xeynî gerînendetiya emniyetê, wan 10 bendên kontrolê û cihekî bazarê xistine bin kontrola xwe.

Li bajaroka bi navê Nad Alî ya wîlayeta Helmandê ya ku li başûrê welat e, li dijî baregeheke leşkerî bi otomobîleke bombebarkirî çalakiyek hate lidarxistin, 4 sivîl û leşkerek mirin.

Talîbanê vê hefteyê bi awayekî fermî diyar kir ku wan dest bi operasyonên biharê kirine. Her sal bi biharê re êrîşên Talîbanê zêdetir dibin. Tê payîn ku di Cotmehê de hilbijartinên giştî werin lidarxistin û ev êrîş ewlehiya hilbijartinan têxe xetereyê.