Talîbanan DYE hişyar kirin

Tevgera Talîbanê ya Efganistanê DYE hişyar kir û diyar kir ku heke DYE leşkerên xwe venekişîne, ew ê aqûbeta Yekîtiya Sovyetê ya salên 1980’î were serê wê jî.

Ji ber salvegera dagirkirina Efganistanê ya ku 39 sal berê Yekîtiya Sovyetê kiribû, tevgera Talîbanê peyamek weşand û aqûbeta Sovyetê bi bîr xist.

Sovyetê piştî dagirkirina 10 salan di sala 1989’an de ji Efganistanê xwe vekişandibû. Piştî şerê navxweyî tevgera Talîban derketibû holê.

Berdevkê Talîbanê Zabîûllah Mucahîd got: “Baş bala xwe bidin têkçûna Sovyetê ya li Efganistanê û dev ji êrîşên li ser gelê Efganistanê berdin.”

Tê diyarkirin ku rêveberiya Washîngtonê ew ê hebûna xwe ya leşkerî kêm bike. Ev agahî hê nehatiye piştrast kirin. Talîbanê jî hê bi daxuyaniyeke fermî bersiv nedaye vê biryarê.

Talîban ji bo beşdarbûna hevdîtinên aştiyê şertê wan ew e ku divê hêzên biyanî xwe vekişînin. Di mehên dawîn de di navbera Talîban û DYE’yê de gelek hevdîtin pêk hatibû.