SZPÊ’yê roja zimanê dayikê pîroz kir

Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzidiyan (SZPÊ) bi wesîleya roja zimanê dayikê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em bang li civaka xwe dikin divê em zimanê xwe yê dayîkê biparêzin, zarokên xwe bi zimanê dayîkê bidin axaftin û xwendin.”

SZPÊ

Saziya Ziman û Pewerdeyê ya Êzidiyan (SZPÊ) têkildarî 21’ê Sibatê roja zimanê dayikê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em wek saziya ziman û perwerda Êzidiyan 21’ê Sibatê roja zimanê dayikê li hemû gelan pîroz dikin. Di her netewekî de pêwîstî pê heye ku bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin, ji ber ku gel û netewê ku ji ziman û çanda xwe dûr bikeve û were dûr xistin nasnameya wê civakê tune dibe û zimanê wê yê dayîkê tê helandin. Ji bo ku gelek û netewek ji zimanê xwe dûr nekeve û qir nebe pêwistî bi berxwedanek bê hempa heye ji bo ziman û hebûna xwe. Ji ber ku ziman çand û heqîqeta civakê ye, ziman hebûn û nasnameya civakê ye. Zimanê mirov heqîqeta mirovahiyê ye. Em weke saziya ziman û perwerda Êzidxanê em dibêjin bi zimanê dayîka xwe bixwînin da ku rastiya zimanê dayîkê neyê jibîrkirin. Ji ber ku perwerdehiya bi zimanê dayîkê mafekî bingehîn e. Her wiha li ser bingehê azadparêzî û demokratîk têkoşîna ji bo parastina pêşvebirina zimanê dayîkê di heman demê de têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî ye.

Dema ku em dibêjin ziman, di nava paşeroj û pêşerojê de weke pirekê ye ku mirov hem paşeroja xwe nas bike û hem jî pêşeroja xwe saz bikin. Ji ber ku ziman stûna bingehîn a civakê ye, bilêvkirina zimanê dayîkê, bilêvkirina çand û nasnameya civakê ye. Zimanê dayîkê çalakiya bingehîn a mirovahiyê ye.

Weke saziya ziman û perwerdeya Êzidiyan em car din roja zimanê dayîkê li hemû mirovahiyê pîroz dikin û bi taybet em li civaka xwe pîroz dikin. Em bang li civaka xwe dikin divê em zimanê xwe yê dayîkê biparêzin, zarokên xwe bi zimanê dayîkê bidin axaftin û xwendin, da ku zimanê me neyê helandin. Ji ber ku ziman çanda bingehîn a civakê ye û em carek din roja zimanê dayîkê li hemû mirovahiyê pîroz dikin.”