Swêd ji bo qayîlkirina Enqereyê Makeqanûna xwe li dijî Kurdan diguherîne!

Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobîas Bîllstrom got ku ew ê di çarçoveya gotûbêjên “Endamtiya NATO’yê“ bi dewleta Tirk re ku li dijî Kurdan tên kirin, serdana Enqereyê bike.

Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobîas Bîllstrom ê bi hevpîşeya xwe Elman Annalena Baerbock re li Berlînê di civîna çapemeniyê de hat ba hev û got: “Swêd, ketiye wê hewilê ku zû bi zû û bêyî pirsgirêk bikeve nav NATO’yê.“

Bîllstrom îdia kir ku nîqaş bi awayekê erênî berdewam in û Swêd amadekariya erêbûna ketina xwe ya nav NATO’yê dike. Billstrom, bi domdarî wiha got: “Vê payîzê, demeke nêz ez ê serdana Enqereyê bikim.“

Serokwezîrê Swêdê Ûlf Krîstersson herî dawî 8’ê Mijdarê serdana Enqereyê kir û soza ku ew ê bibin bersiv ji bo metirsiyên dewleta Tirk. Dewleta Tirk, bi metirsiyên Krîstersson behsa wan kir, Kurdan ji xwe re dike armanc.

Parlamentoya Swêdê, ji bo daxwazên Enqereyê bi cih bîne, wê hefteya bê bi navê heşkirina “têkoşîna li dijî terorê“ di Maqenanûnê de guherînê bike.

Li gor pisporan ev guhertin ji bo hêsankirina lêpirsînên li dijî Kurdan tên kirin.