Stratejiya DYA’yê ya li Efganîstanê hê jî ne diyar e

Nediyariya stratejiya leşkerî ya DYA’yê ya li Efganîstanê hê jî didome, yek ji sedema vê jî ew e ku li gel 13 hezar leşkerên biyanî jî yekîneyên artêşê kontrol ji dest dane.

Di nirxandinên Gulanê de Wezareta Berevaniyê (Pentagon) diyar kiribû ku hijmara leşkerên Efganîstanê 3-5 hezaran zêde bikin ku niha hijmara leşkeran 8 hezar û 400 e. Li Efganîstanê ku ji welatên dî jî 5 hezar leşker hene şerê di navbera Talîban û yekîneyên artêşê de her ku diçe girantir dibe.

NE BI DILÊ TRÛMP E, BANDORA VÊ YE?

Piştî ku bi deh hezaran leşkerên, ku piraniya wan ji DYA’ê bûn, ên ku bi mîsyona NATO’yê li welêt bûn, ji Efganîstanê vekişiyan diyar bûbû ku artêşa neçar maye. Diviya di rewşa asayî de li nîvê Tîrmehê biryara yekîneya zêdek bihata standin lê Pentagonê hê ev biryar nestandiye.

Beriya bi çend rojan di Wall Street Journalê de nûçeyek hebû, di nûçeyê de hatibû gotin Serokê DYA’yê Donal Trûmp bi erênî li wê babetê naner ku zêdetir leşker bişîne Efganîstanê. Di nûçeyê de hatibû gotin Trûmp bal kişandiye ser wê ku Talîban di van 2 salên dawî de gelek herêm kirine bin kontrola xwe û ji bo vê jî nîqaş kiriye ku leşkerên DYA’ê vekişîne.

Di daxuyaniya Pentagonê de jî hate gotin Wezîrê Berevaniyê James Mattîs di rojên pêş de li ser vê babetê wê daxuyaniyekê bide.

LI GEL MALÎYETA 700 MILYAR DOLARÎ JÎ SERKETIN XUYA NAKE

Piştî êrîşên 11’ê Îlona 2001’ê Talîbanan ji bo ku serokê El Qaîde radest nekirin bi pêşengiya DYA’yê operasyon hatibû destpêkirin û piraniya welêt hatibû kontrolkirin. Lê niha tenê 60 ji 100’î yê welêt di kontrola artêşa Efgan de ye û ev rêje par 66 ji 100’î bû.

Lê tê zanîn ku di salên dawî de êrîş zêde bûne û di mehên dawî de hê zêdetir bûye. Di navbera 1’ê Adarê û dawiya Gulanê de li welêt bi giştî 6 hezar û 252 şer û êrîş çêbûne, di navbera Kanûna 2016- Sibata 2017’an de 21 ji 100’ê şer zêde bûye.

Di 15 salan de DYA’yê 714 milyar dolar ji Efganîstanê xerc kir, her wiha 2 hezar û 200 leşker jî hatin kuştin. Niha li Efganîstanê 8 hezar û 400 leşkerên Emrîka hene û ev tevlî nav operasyonê têkoşîna dijî El Qaîde û komên DAIŞ’î dibin.

Lê li gel çalakîtiiya leşkerî û malî jî li welêt hilberandina afyonê didome û li gorî salên berê zêdetir jî bûye. 2015’an li Efganîstanê bi bihayê 1,5 milyar dolarî afyon dihate hilberandin, 2016’an tê texmînkirin bi bihayê 3 milyar dolarî afyon tê hilberandin.