Somalî ji ber komkujiya li Somalîlandê lêborîn xwest

Somalî ji ber komkujiyeke li Somalîlandê bi rengekî fermî lêborîn xwest.

Li Somalîlandê ku ji bo ji Somalî qut bibe bi dehan salan têkoşîna serxwebûnê meşand, di sala 1991'ê de bi rengekî yekalî komara serbixwe hatibû ragihandin.

Di sala 1988'an de jî bi fermana Serokdewletê wê demê yê Somalî Mohammed Sîad Barre paytexta Somalîland Hargeîsayê û gelek bajar hatibûn bombekirin. Ji ber bombardûmên bi sedan sivîlî jiyana xwe ji dest dabûn.

BI RENGEKÎ FERMÎ LÊBORÎN XWEST

Piştî 32 sal di ser bombardûmanê re derbas bû Somalî bi rengekî fermî lêborîn xwest. Serokkomar Mohamed Abdullahî Farmajo bi wesîleya civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê ji gelê Somalîlandê lêborîn xwest.

Farmajo du roj piştî ku yekemcar bi lîderê Somalîlandê Mûse Bîhî Abdî re hevdîtin kir, lêborîn xwest.

Somalîland di sala 1991'ê de bi rengekî yekalî serxwebûna xwe ragihandibû, lê belê serxwebûna wê li qada navneteweyî nehate naskirin û hîn jî weke herêmeke Somalî tê dîtin. Somalîland ku xwedî qadeke ji 137 hezar kîlometreçagoşe ye, zêdeyî 3 milyon kes lê ne.