Skandala 'Wezîrê kujer' dibe rojeva meclîsa Elman!

Wezîrê Edaletê yê berê yê Îranê, ku zarok jî di nav de biryara îdamê der barê gelek kesan de dabû, ji bo 'tedawiyê' hatibû Elmanyayê. Mijara terikandina Elmanyayê kete rojeva meclîsa federal. Wekîlên Elman dixwazin skandala Şahrûdî bê ronîkirin.

Wezîrê Edaletê yê berê yê Îranê Ayatollah Mahmûd Haşemî Şahrûdî 'ji bo tedawî bibe' 21'ê Kanûna 2017'an hatibû bajarê Hannoverê yê Elmanyayê. Dîmenê Şahrûdî ku li klînîkeke taybet a luks tedawî dibû di çapemeniya Elman de hate weşandin. Li ser vê yekê, gelek sazî û kesayetan li dozgeriya federal gilî kiribûn.

Şahrûdî ku ji sala 1999'an heta 2009'an serkêşê sîstema edaletê ya Îranê bû, wê wextê îdama zêdeyî 2 hezar kesî erê kiribû ku zarok jî di nava wan de hebûn. Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî bi giranî balê dikişînin ser bûyera erêkirina cezayê îdamê ku sala 2004'an li zarokeke keç a 16 salî ya destavêtin lê hatibû kirin, hate birîn.

Piştî ku Dozgeriya Federal dest bi lêkolînkirina giliyên hatin kirin kir, Şahrûdî bi lez û bez Elmanya terikand. Li gel gelek sûcdarî û giliyê lê hate kirin jî Şahrûdî karîbû bi hêsanî ji Elmanyayê derkeve. Vê yekê jî rê li ber nîqaşê vekir.

Ji ber ku li gorî qanûnên Elman, kesên sûcê li dijî mirovahiyê kiribin û hatibin Elmanyayê dikarin werin girtin. Bi taybetî komên Partiya Çep û Partiya Keskan ji hikumeta Merkel pirsîn bê çawa destûr daye ku kujerekî divê were darizandin li Elmanyayê hatiye dermankirin. Li ser daxwaza her du partiyan, wê der barê skandala Şahrûdî de roja Çarşemê li Meclîsa Federal pirs li hikumetê werin kirin.

'GABRÎEL DER BARÊ SKANDALÊ DE BI ÇI DIZANE?'

Ji Partiya Keskan parlamenter Sven-Chrîstîan Kîndler pêşnûme pirsek pêşkêşî hikumetê kir û diya rkir ku hê gelek pirsên li benda bersivê ne, hene. Çend ji pirsên Kîndler wiha ne:

"Kî bû alîkar ku kesekî weke Şahrûdî yê sûcê li dijî mirovahiyê kiriye, vîzeyê bigire?

Wezîrê Karên Derve Sîgmar Gabrîel di vê der barê de haya xwe ji çi heye?

Çima hikumeta Elman a Federal, ji bo girtina Şahrûdî yê ku sûcê li dijî mirovahiyê kiriye gilî nekir?"

JI BO SKANDAL WERE JIBÎRKIRIN, OPERASYON LI AJANAN HATE KIRIN!

Di vê navberê de, duh li gelemperiya Elmanyayê li dijî gelek kesên bi navê Îranê karê sîxuriyê dikin, operasyon hatin kirin. Li gorî agahiyan 10 kesên li mala wan lêgerîn hate kirin, li dijî Îsraîlê û civata Yahûdî îstîxbarat kom kirine û endamê Hêza Qudsê ne ku yekîneyên taybet ên ser bi Artêşa Parêzvanên Şoreşa Îranê ye.

Balkêş e ku ev operasyon heman piştî çûyîna Şahrûdî ij Elmanyayê pêk hat. Tê gotin, bi vê operaysonê re hewl tê dayin ku rexneyên 'dostê rejîma Tehranê' yên li Elmanyayê tên kirin, bên sivikkirin.

Operasyon li eyaletên Baden-Wurttemberg, Berlîn, Nordrheîn Westfalen (NRW) û Bavyerayê hatin kirin. Di operasyonê de girtin û binçavkirin nebû.