Skandala hêkên bi jehr li Fransayê jî der bû
Piştî Hollanda, Belçîka û Fransayê, hêkên ku madeya fîpronîl a kanserojen pê ketiye, li Fransayê jî hatin tespîtkirin.
Piştî Hollanda, Belçîka û Fransayê, hêkên ku madeya fîpronîl a kanserojen pê ketiye, li Fransayê jî hatin tespîtkirin.
Hefteya derbasbûyî, bi mîlyonan hêkên li Hollandayê, bi sedema ku madeya fîpronîl tê de hatiye dîtin, hatin komkirin.
Ev yek bû sedem ku hemû hêkên ji Hollandayê ji bo marketên Lîdl û Aldî yên li Elmanyayê hatine firotin, bên komkirin. Vê skandala hêkên bi jehr, li Belçîkayê jî rû da.
LI FRANSAYÊ JÎ DER BÛ
Rayedarên Belçîkî li xwe mikur hatin ku ji meha Hezîranê ve haya wan ji rewşê hebû. Ev rewşa sosret roj bi roj berfireh dibe. Hat ragihandin, Li Fransayê jî di hêkên ku ji bo xwarina amade de tên bikaranîn, madeya fîpronîl a kanserojen hatiye dîtin.
Wezareta Çandiniyê ya Fransayê daxuyaniyek weşand û ragihand, di nava hêkên ku ji Hollandayê hatine kirîn û di pîşesaziya xurekê de tên bikaranîn de, fîpronîl hatiye dîtin. Di daxuyaniyê de, di nava hêkên ji laiyê du febrîqeyên li bajarên Vîenne û Maîne et Loîre hatine kirin, ev made hatiye tespîtkirin.
hat ragihandin, hêkên li Fransayê madeya fîpronîl lê hatiye dîtin, yekser ji gel re nehatine firotin, lê belê di xwarinên amade (paketkirî) de hatine bikranîn.
LI GELEK WELATAN, BI MÎLYONAN HÊK HATIN VEGERANDIN
Tevî Hollanda û Belçîkayê, hêkên bi jehr gihîştin rêze marketên weke Lîdl, Aldî û Penny ên li Elmanyayê ku bi dehan mîlyon muşteriyên xwe hene. Skandala hêkên bi jehr hefteya derbasbûyî rû der bû bû. Marketa Aldî hemû hêkên xwe vegerand, marketên Lîdl, Penny û Rewe jî tenê hêkên ji Hollanda kirî, rakirin.
Li Swîsreyê jî, ku hêkên bi jehr gihîşte wê derê jî, marketên bi navê Mîgros û Coopê ragihand ku wan hêkên ji derve kirîne, vegerandine.
Rêze marketên Dlhaîze, Albert Heîjn, Colrûyt û Aldî yên li Belçîkayê jî biryar da ku hemû hêkên ji hilberînerên bi gumana kirîne, vegerînin.
Saziya Hollandayê ya ji tenduristî û ewlekariya xurekê berpirsyar NVWA jî karê 180 kargehên li welêt ji ber vê yekê sekinand. Piraniya van kargehan bi temamî hatin girtin.
MADEYA FÎPRONÎL QEDEXE YE LI PÎNIKAN BÊ BIKARANÎN
Madeya bi navê fîpronîl, dermanekî li dijî kêzikan e ku bi giranî didin heywanan ji bo kêç, spî û gene xwe bi wan ve negirin. Lê belê qedexeya ku ev made ji bo heywanên li pînikan tên xwedîkirin bê bikaranîn.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, eger madeya fîpronîl gelekî bê bikaranîn wê zerarê bide kezeb û gurcikê.