Siûdî Erebistanê koalîsyona ‘antî-teror’ a sunnî ava kir

Siûdî Erebistanê koalîsyona ‘antî-teror’ a welatên Misilman ava kir. Koalîsyon piraniya wan sunnî ji 40 welatên misilman pêk tê.

Prensê Siûdî prens Mûhammed Bîn Salman Asya û wezîrên parastinê yên welatên Afrîkayê di dawiya hefteyê de li Riyadê kom bûn.

Pakistan, Tirkiye û Nîjerya jî di nav van welatan de hebû. Salman xwest di nav welatên endam de koalîsyoneke xurt, baş û taybet were avakirin. Îran, Sûriye û Iraq ne di nav vê koalîsyonê de ne.

Katar jixwe di lîsteya reş a Siûdî Erebistanê de ye. Ji meha Hezîranê û vir ve têkiliyeke wan a dîplomatîk tune û li ser Katarê ambargoyê pêk tînin. Katar beşdarî civînê nebû.

Prensê welîaxt diyar kir ku wê koalîsyon a niha were destpêkirin û her welat wê li gorî hêza xwe tevkariyê bike.

Salman bal kişand ser êrîşa li ser Misirê û peyaman hevgirtinê da.

Fermandarê leşkerê yê koalîsyonê jî generalê Pakistanî Rahil Şerif e. Wê navenda koalîsyonê li Riyadê be.

Siûdî Erebistan di meha Gulanê de dema ku Serokê DYA’yê Donald Trûmp serdana wan kiribû, navendek vekiribû ya ku wê li dijî komên radîkal dixebite.