Siûdî Erebistanê di rojekî de 7 kes îdam kirin

Siûdî Erebistanê ragihand ku 7 kesên ku bi sûcdariya “terorîzmê” hatibûn girtin, îdam kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Çapemeniyê ya Siûdî (SPA) Wezareta Karên Hundir daxuyanî da û ragihand ku kesên hatine îdamkirin, ji ber “fînansekirin û avakirina pêkhate û rêxistinên terorê” weke sûcdar hatin dîtin.

Di nûçeyê de welatên kesên hatine îdamkirin, nehatin diyarkirin, lê hat gotin ku ji ber navên wan dibe welatiyê Siûdiyê bin.

Li gorî texmînên ku li ser esasê daxuyaniyên fermî yên rayedarên Siûdiyê tê kirin, Siûdî Erebistanê di sala 2023’yan de 170 kes îdam kirin. Di sala 2022’yan de jî 147 kes hatibûn îdamkirin.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî zêdeyî 30 welatên Efrîqayê hîna cezayên îdamê pêk tînin û lê ji vane ji nîviyê kêmtir di salên dawî de hatin înfazkirin.

Ji her deh înfazan nêzî nehan li çar welatan pêk tên: Îran, Misir, Iraq û Siûdî Erebistan. Têkildarî îdamên li Çînê ev demek dirêj îstatîstîk nayê girtin. Tê texmînkirin ku her sal bi hezaran kesên tên îdamkirin, lê li Çînê weke sirê dewletê ev yek tê veşartin.