Serokkomarê Polonyayê lêborîn ji Yahûdiyan xwest

Serokkomarê Polonyayê Andrzej Duda, ji Yahûdiyên ku sala 1968'an di dema kampanya dij bi Yahûdî de ji Polonyayê hatin qewirandin lêborîn xwest.

Serokkomarê Polonyayê îdîa kir ku "Polonyaya niha ku azad û serbixwe ye" ji kiryarên berê li Yahûdiyan hate kirin berpirsyar nîne. Duda ji Yahûdiyên bi zorê hatin sirgûnkirin û ji malbatên wan re got, "Ji kerema xwe, Komarê, Polonyayiyan û Polonyaya wê wextê efû bikin."

Ev daxuyanî di demeke welê de hate kirin ku di navbera Polonya û Îsraîlê de li ser qanûneke der barê qirkirina Yahûdiyan de rageşî heye.

Li gorî dîroknasan, sala 1968'an ciwanên neteweperest ên Partiya Komunîst pêşengî ji kampanya dij bi 'Siyonîstan' dikirin. Van ciwanan bi giranî çav berdabûn cihê payebilindên bi eslê xwe Yahûdî. Kampanya dij bi Siyonîzmê ji aliyê alîgirên Partiya Komunîst a li desthilatdariyê, servîsên ewlekariyê medyayê ve hatibû destpêkirin.