Serokkomarê Kirgizistanê îstifa kir

Serokkomarê Kirgizistanê Sooronbay Ceenbekov, bi hêviya ku dawî li kaosa siyasî ya piştî hilbijartinan rû da, îstifa kir.

Serokkomarê Kirgizistanê Ceenbekov got, "Ez xwe li desthilatdariyê asê nakim. Naxwazim bibim serokkomarek ku guleyan li welatiyên xwe direşîne û bi vî rengî naxwazim bikevin dîroka Kirgizistanê."

Ceenbekov hefteya derbasbûyî diyar kiribû ku dema welat aram bû ew dikare xwe ji desthilatdariyê vekişîne û roja Çarşemê jî gotibû ew ê li benda encamên hilbijartineke nû be.

Di 4'ê Cotmehê de bi hinceta ku di hilbijartinê de hîle hatiye kirin û deng hatine kirîn, çalakiyên şermezarkirinê dest pê kiribûn û komên muxalîf ên cuda gelek avahiyên cemaweriyê dagir kiribûn.

Di dawiya dawî de Serokkomar bi zexta Serokwezîrê nû Sadir Carapov îstifa kir. Serokwezîrê neteweperest ê ji aliyê parlamentê ve hate hilbijartin, dixwest ku Ceenbekov tavilê îstifa bike.

Serokkomarê îstifakirî her wiha bang li Carapov û komên din ên siyasî kir ku alîgirên xwe ji kolanan vekişînin.